Hûşmend Elîpûr dest avête gireva birçîbûnê
“Hûşmend Elîpûr”, girtiyê siyasî yê Kurd xelkê bajarê Serdeştê ji roja Sêşemî 25`ê Xezelwerê ve bi nîşandana nerizayetiya xwe li derheq erênekirina mirexesiya wî û tedaxula îdareya îtil`ata bajarê Sineyê li dosiya wî, dest avête gireva birçîbûnê.
Roja Sêşemî 25`ê Xezelwerê, taya 4 a birêvebirina ehkam a cezakirinê ya bajarê Sineyê, digel daxwaza mirexesiya girtiyê siyasî yê Kurd ê girtiyê girtîgeha navendiya wî bajarî “Huşmend Elîpûr”, dijayetî kir.
Taya 4 a birêvebirina ehkama keyferî ya bajarê Sineyê bi sedema dijayetî digel madeya 513 a yasayên Olî ya dadresê keyferî digel daxwaza wî girtiyê siyasî dijayetî kirin.
Di meha Rezbera sala 1399`an de ew girtiye piştî hilveşandina cezaya îdamkirina wî li dîvana bilind a welat û dadgehîkirina dubare, bi 38 meh girtîgehê hate cezadan.
Di roja Sêşemî 25`ê Xermanana sala 1399`an de cezaya îdamkirina “Huşmend Elîpûr” li dîvana bilind a welat hate helveşandin.
Di meha Befranbara sala 1398`an de dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê, girtiyê siyasiyê Kurd “Huşmend Elîpûr”ê xelkê bajarê Serdeştê bi îdamê û girtiyê siyasî yê Kurd “Mihemed Ostadqadir” û xelkê bajarê Seqizê bi 5 sal girtîgeha te`izîrî mehkûm kiribûn.
Di roja Yekşemî 8`ê Befranbara sala 1398`an de ew cezayane bi malbat û parêzerên wan du girtiyên siyasî hatibû ragihandin.
“Mihemed Ostadqadir”, li 2`ê Banemera sala 1399`an, bi awayekî demkî ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.
Ew du girtiyên siyasî yên Kurd, li 9`ê Xezelwera îsal, bi tohmeta “bexî” (dijayetî kirin digel xwedê) bi beşdariya “Elî Sakinî”, parêzerê dosiyên wan li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê, hatibûne dadgehîkirin.
Ew du girtiyên siyasî yên Kurd, li 12`ê Gelawêja sala 1397`an bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştî 108 roj ji binçavkirina wan, li roja 28`ê Xezelwera heman salê bo qerentîneya îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûne veguhastin û ew du girtiyên siyasî piştre li 5`ê Befranbara sala 1397`an bo girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hatibûne veguhastin.
Piştî binçavkirina wan du girtiyên siyasî, deng û rengê hikûmeta Îranê îtirafkirina bi zorê ya wan du welatiyan belavkir, piştre malbatên wan du girtiyên siyasî ragihandin ku ew îtirafkirinên wan bi sedema givaş û îşkenceya hêzên Îtila`atê bûye.