Husin Kemanger bi 15 sal girtîgehê hate cezakirin

00:23 - 31 Adar 2021

Husin Kemanger, girtiyê siyasî yê Kurd xelkê bajarê Kamiyaranê ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilab a bajarê Sineyê ve bi dadweriya “Seîdî” bi 15 sal girtîgehê hate cezakirin.

Dadgehê ew girtiyê siyasî bi tometa “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” ceza daye û roja Şemî 17`ê Xakelêwe, ew cezaye bi malbata û parêzerê wî re hatiye ragihandin.

Çavkaniyeke agehdar daye zanîn, di demekê de îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê ew girtiyê siyasî bi endamê yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê tohmetbar kiriye, ku berê jî du caran her wê îdarê ew bi wê tometê binçav kiribû û dawiya di dadgehê de piştî dadgehîkirina wîî ew bê tawan hatibû nasîn.

Wê çavkaniya agehdar ragehand: Parêzerê wî girtiyê siyasî di heyama wan çend rojên bê de, derheq cezaya ku bi ser  Husin Kemanger de hatî sepandin dê daxwazkariyê bo pêdaçûnê bi dadgehê re bide.

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê Kurd, li meha Pûşper û Rêbendana sala 1399an, li taya 1 a dadgeha Îinqlab a bajarê Sineyê hatibû lidarxistin.

Roja Şemî 15ê Befranbara sala 1397an, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kiribûne ser mala wî û navbirî binçav kiribûn.