Husin Gerdişî bi danîna barimteyê hate azadkirin

16:21 - 8 Adar 2021

Roja Duşemî 18`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Husin Gerdişî” xelkê bajarê Bokanê bi danîna barimteyê ji girtêgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Tometa ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê” hatiye ragihandein.

Ew welatiye, roja Şemî 25`ê Rêbendanê, piştî bi dawîhatina lipêrsînê ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Husin Gerdişî, roja Duşemî 22`ê Befranbarê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.