“Husên Rehmanî” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:24 - 28 Kanûna pêşîn 2021

Roja Şemî 4`ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Husên Rehmanî”, kurê “Emîr” û xelkê bajarê “Ciwanro” yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya 250 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgeha bajarê Nexedê hatiye azadkirin.

Roja Çarşemî 3`ê Sermawezê, “Husên Rehmanî” li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Nexedeyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Navbirî 30`ê Xezelwerê, bi bê nîşandana ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.

Hêzên ewlehî tohmeta “Hevkarî digel yek ji partiyên Kurd ên opozîsiyona hikûmeta Îranê” bi wî welatiyî dane.