Husên Hesenxanî ji aliyê dadgeha Înqilaba Mihabadê ve hate cezadan

10:37 - 15 Şibat 2021

Husên Hesenxanî, mamosteyê malnişînkirî û endamê mekteba qurana Kurdistanê, bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”ê ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilaba Mihabadê ve bi 3 meh girtingeh hate cezadan.

Ew welatiye bi piştgirêdan bi maddeya 500 a yasaya cezayên Îslamî û bi hikma dadwer “Cewad Xulamî” serokê taya 1 a dadgeha Îqliaba Mihabdê, bi 3 meh girtingeh hate cezadan.

Şêwreya Hevahengî ya Saziya Sênfên Çandî, tevî şermezarkirina reftarên wiha, daxwaza dawîpêanîna hêzên ewlehî bi serkutkirina mamosteyan kiriye.

Husên Hesenxanî roja Çarşemî 1ê Gelawêja îsal, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û piştî binçavkirinê bo girtingeha îdareya Îtilaata Mihabadê hate veguhastin.