Hunkma bidarvekirinê ji 5 Çalakên din ên Erebe Ehwazî re hat şopandin

15:31 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Malpera Elerebiyenet da zanîn hukma bidarvekirinê bo 5 Çalakên Xwendekarî û Çandî, ji aliyê Destgeha Qezayî a Îranê ve bi tawana “miharibe” bidijî tenahiya Netewî hat şopandin.

MihemedElî Emûrî, Hadî Raşidî, Haşim Şe’banî, Cabir Albuşke û Muxtar Albuşke, 5 Welatiyên Ereb ên Ehwazî ne ku bi sûça “muharibe û tekoşîna bi dijî tenahiya Neteweî”, hukma bidarvekirinê bi ser wan re haiye sepandin.

Her wiha 2 Welatiyên din bi navên Ebdurrehman Isagire bi 20 sal girtîgehê û Ismaîl Ibyat bi 5 salan girtîgehê hatine mehkûm kirin ku her dû xelkê başûrê rojavaya Îranê ne.

Li rêkefta 29’ê cozerdana sala 1391’ê, 4 Welatiyên din ên Erebe Ehwazî hatin bidarvekirin ku sê ji wan bira bûn.