Hunermendek xelkê Seqizê bi 7 meh girtîgeha tezîrî hate cezadan

18:20 - 16 Tebax 2021

Taya 1 a dadgeha bajarê Seqizê bi serokayetiya “Cewad Mistefayî” cezaya 7 meh girtîgeha tezîrî bi ser hunermendê Kurd ê xelkê wî bajarî yê bi navê “Xalid Kerîmniya” naskirî bi “Xalid Narîn” de sepand.

Dadgehê ew hunermendê Kurd bi tohmeta “Piropagende li dijî nîzamê” tohmetbar kiriye û cezaya wî roja Sêşemî 19ê Gelawêjê bi navbirî re hate ragihandin.

Ew welatiye li derheq cezaya ku bi ser de hatiye sepandin nerizayetî nîşan daye û dosiyeya wî bo dadgeha pêdaçûnê hatiye şandin.

“Xalid Kerîmniya” meha Cozerdana îsal bo navenda Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Seqizê hatibû gazîkirin û piştî bi dawîhatina lêpêçîna wî bi danîna barimteyê hata dema dadgehîkirinê bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Di heyama sala 1397 û 1398an a Rojî, ew welatiyê Kurd çendîn caran bo navendên Îtila`atî yên Spaha Pasdaran hatibû gazîkirin û rastî lêpêçînê hatibû.