Hunermendek Kurd yê xelkê bajarê Kamiyaranê dinava avê de fetisî

13:46 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Hunermendek “Hore”û “Mor” xwan yê Kurdê Kirmaşanê seva bûyerek nexweş canê xwe ji dest da.

Demjimêr 10’ê Şeva 14’ê Tîrmehê, cenazê bêcan yê “Biragcêr Tehmasibiyan”hunermendê Kurd yê xelkê bajarê Kirmaşanê dinava bendava gundê “Ahengeran”a ser bi bajarê Kamiyaranê hate peyda kirin.

Biragcêr Tehmasibiyan sala bihûrî li Konsêrtora Mosko yê û li simînara “Arkî Tayp”ya awazên Hênd û Ewrûpî de pişikdarî kirin û heza pişikdaran bo aliyê xwe rakêşa.

Hunermendê Kurd li sala 1943’an li hoza “Mîr Axa ya Kakewend”a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ji dayîk bûye û piştre bi yek ji dengên naskirî yê gotina Hênd û Ewrûpî yan hatiye naskirin.

Hore wek Awaza herî resen ya Kurdî tê naskirin.
Herêma ku hore têde dihê bikar anîn li başûr û rojhilatê Kurdistanê (Şarezûr, Germesêr, Kirmaşan, Îlam û Loristan) bi xwe ve digire.
Hore qala hest û soz û rewşa cografîk û dîrokî ya eşîrên Kelhur, Caf, Lek, Feylî û Lur û karîgeriya wan ya li ser civakê dike.