Hunermendek bo cîbicîkirina cezayê girtîgeha wî bo girtîgeha bajarê Seqizê hate veguhastin

17:54 - 30 Kanûna pêşîn 2021

Roja Sêşemî 7ê Befranbarê, hunermendek Kurd ê bi navê “Xalid Kerîmniya” naskirî bi “Xalid Narîn” xelkê bajarê Seqizê bo cîbicîkirina cezayê girtîgeha wî bo girtîgeh wî bajarî hate veguhastin.

Ew hunermende ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê bi serokayetiya dadwer “Cevad Mistefayî” bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi 7 meh girtîgeha te`izîrî hatibû mehkûmkirin û ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê de bi yek meh girtîgeha te`izîrî û şeş meh girtîgeha ragirtî hatibû guhirîn.

 “Xalid Kerîmniya” 17ê meha Cozerdana îsal bo Îtila`ata Spaha Pasdaran hatibû gazîkirin û piştî bi dawîhatina lêpirsînê bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dawiya qonaxên dadresiyê hatibû azadkirin.

Di salên 1397 û 1398 an a Rojî de jî, ew welatiye çend caran bo Îtila`ata Spaha Pasdaran hatibû gazîkirin û lêpirsîn digel navbirî hatibûne kirin.