Hunermendê Kurd Sasan Çemenara bi 5 sal girtîgeha teizîrî hate cezadan

11:09 - 30 Kanûna pêşîn 2022

Hunermendê Kurd ê bajarê Îlamê, Sasan Çemenara ji aliyê taya 29 a Dadgeha Înqilab ya Tehranê ve bi serokatiya binav dadwer “Seyîd Elî Mezlûm” bi 5 sal girtîgehê hat cezadan.

Çavkaniyek agehdar daye zanîn, ew hunermendê 33 salî bi tohmeta “kombûn û têkdana asayîşa netewî û propagande li dijî nizamê” bi 5 sal girtîgehê hatiye cezadan.

Wê çavkaniya agehdar gotiye: Sasan Çemenara di dema binçavkirinê de bi parêzerê diyarîkirî hatibû bêparkirin û tenê dem dadgehê destpêragihîştin bi parêzar hebûye.

Sasan Çemenara li 15ê Rezbera 1401an a Rojî, ji ber beşdarîkirin di xwenîşandanan de bi bê belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û 21 roj li girtîgeha “Yek Alf” ya Saziya Îtilaata Spaha Pasdaran û 18 rojan jî li benda “209” a girtîgeha Êvîn ku ser bi Wezareta Îtilaatê ye, di girtîgehê de bûye.

Ev hunermendê Kurd di heyama binçavkirinê de rastî îşkence û xerabreftariya hêzên ewlehiyê hatiye û piştî mehek ji binçavkirinê, tenê xulekê bi telefonê digel malbata xwe pêwendî hebûye.