Hunermend “Adil Nadirî” bo Îtila`ata Spahê hate gazîkirin

18:29 - 24 Adar 2022

Îro Pêncşemî 4`ê Xakelêweyê, hunermend “Adil Nadirî” xelkê gundê “Burîder” yê girêdayê Sewlava û rûniştiyê bajarê Sineyê bo Îtil`ata Spahê hate gazîkirin û bo heyama çend demjimêran lêpirsîn digel wî hate kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî gef ji wî hunermendê naskiriyê Kurd xwarine ku xwe ji beşdarî kirin li rêûresmên Newrozê biparêze.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî bi wî hunermendî re gotine ku tenê mafê beşdarî di wan rêûresmên Newrozê de heye ku li jêr çavedêriya navendên ewlehî û hikûmetî têne lidarxistin.

Hunermend “Adil Nadirî” roja Çarşemî ji rêya telefonê ve bo Îtila`atê Spahê hate gazîkirin û piştî vergirtina soza nivîskî hate azadkirin.