Îdamkirina girtiyek li girtîgeha Miyandavê
Sibeha roja Çarşemî 31’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, girtiyekî bi navê “Mihemed Daxistanî” rûniştiyê “Vîla Şehr” a ser bi bajarê Urmiyê, li girtîgeha Miyanavê hate îdamkirin.
Sibeha roja Çarşemî 31’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, girtiyekî bi navê “Mihemed Daxistanî” rûniştiyê “Vîla Şehr” a ser bi bajarê Urmiyê, li girtîgeha Miyanavê hate îdamkirin.
Roja Sêşemî 30’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Îdrîs Karsaz, welatiyê xelkê bajarê Şinoyê temen 55 salî, piştî danîna barimteya 600 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin.
Roja Sêşemî 30’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Selah Ferecî” xelkê Bane bi sebeba teqeya rasterast hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê vî bajarî birîndar bû.
Roja Duşemî 29’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Muxtar Esedî çalakvanê sendîkaya mamostayan piştî gazîkirina bo polîsê Feta ya bajarê Sine hate binçavkirin.
Çalakvanê sendîkaya mamostayan û endamê desteya rêveber a Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê – Sine û Kelatetzan a Sine Mecîd Kerîmî, li Dadgeha Pêdaçûnê ya Sine hat lêborînkirin.
Ebdula Şerîfzade endamê girûpa çiyagerî ya “Helo” ya Seqizê bi amade nebûna li dadgehê de, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Seqizê bi serokatiya dadwer “Cewad Mistefayî” bi 10 meh girtîgeh hat cezakirin.
Roja Yekşemî 28’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Omîd Ferecî” temen 40 salî, kurê Ebdula, xelkê gundê “Nêy” a ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Roja Pêncşemî 18’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Pexişan Nebîzade, jina Kurd a xelkê Bokanê, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî heta dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hat azadkirin.
Sibeha roja Pêncşemî 25’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, girtiyekî 37 salî bi navê “Peyman Ela Vaysî” li girtîgeha navendî ya Sine de hate îdamkirin.
Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, sibeha roja Çarşemî 24ê Gelawêja 1403an a Rojî, girtiyê Kurd bi navê “Nasir Şefi`î” temen 37 salî, kurê Mihemed Hisên, xelkê gundê “Nebî Kend” a ser bi bajarê Tikabê, û rûniştiyêê Tehranê, li…