HUKÛMETA ÎRANÊ LI BERIYA LI DARXISTINA CEJNA REMEZANÊ DISEKINE

15:53 - 13 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Polîsa Ewlehiyê ji Pêş Nimêjkarên Sunnî Ole Tehranê re ragîhandine, bi hîç awayekê izna bi rêvebirina Cejna Remezanê tu nîne.

Malpera “Ceres” belavkiri, Hêzên Ewlehiye Tehranê piştî Gazîkirina Mamustayêîn Ayînî, ji Pêş wan Nimêjkarên Sunnî Ole Tehranê re ragîhandine, bi hîç awayekê izna bi rêvebirina Cejna Remezanê tu nîne û heke biryar be ku Cejn bê ragîhandin, dibe ji aliyê Ola Şî’e ve be û bi fermî were Şopandin.

Her wisa sala bihorî Hukûmeta Islamiya Îranê izna bi Rêveçoyîna Cejna Remezanê li Tehran û hin bajarên din nedane Oldarên Sunnî.

Nevendên Ewlehî, Zêdebarî viya ku Izna bi kom li darxistina Cejna han nedabûn, nehêlabûn ku kesek di Malên xwe de bi awayek Komî jî wê Nimêjê bixwîne.

Di wê warê de Nûnerên Sunniye Parlemênta Îranê Nameyek Nerazîtiyê ji bo Rêberê Komara Islamiya Îranê nivîsandine.

Wê nameyê çi bersiv û encamek li pey xwe nebûye.