Hukmê îdamê bi ser 5 hevwelatiyên Ereb yên Ehwazê de hate sepandin

21:01 - 13 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Metirsiya îdamkirinê li ser 5 çalakvanên Ereb yên bajarê Ehwazê heye.

Li gor nûçeyên belavbûyî, 5 çalakvanên Ereb ku di meha Adara 2015’an ku li bajarê Hemîdiyê de hatinbûn binçavkirin, di 16’ê Gulana 2015’an de li ser kanala televîzyonî a “Piress TV” a ser bi Wezareta Îtila’ata hikûmeta Îslamî a Îranê, li ber îşkenceyên hovane yên rejîma Îranê, neçar bi qebûlkirina sûçên ku ne yên wan in bûne.

Nasnameya wan 5 hevwelatiyên Ereb, “Qe’îs Ebîdawî”, “Hemûd Ebîdawî”, “Mihemed Xelefî”, “Mehdî Me’irebî û Mehdî Siyahî” hatine ragehandin.

Dadweriya bajarê Hemîdiyê kuştina endamekî Spaha Pasdaran ku 5 salan berî niha hatibû kuştin xistiye stûyê wan 5 hevwelatiyên Ereb, û derheq kuştina wî endamê Spahê heyanî niha çend kesên din jî her bi wê tawanê binçav kirine, û herwiha 20 sal cezayê girtîgehê û dûrxistin ji malbatan bi ser wan de sepandine.

Ji aliyekî din ve, Saziya Mafê Mirovan a Ehwazê, cezaya îdama wan 5 hevwelatiyên Ereb şermizar kiriye û ji navendên mafê mirovan daxwaz kiriye ku zext û givaşeke zêde bixne ser berpirsên dadweriya Hikûmeta Îslamî a Îranê da ku pêşî ji îdama wan 5 hevwelatiyên Ereb bê giritin.

Nûçegihnê Fars ji zarê “Ferhad Efşarniya” Dadwerê parêzgeha Ehwazê belav kiriye, ku cezayê wan 5 çalakvanên Ereb li bajarê Hemîdiyê ku di rojavaya parêzgeha Ehwazê de ye, wê li ber çavên xelkê bê cî bi cî kirin.