Hukmê birîna endamên leşê mirovan li Îranê de tê cîbicî kirin

15:40 - 21 Gulan 2012
Kurdpa: Hukmê birîna çar tiliyên destê hemwelatiyek Belûç ji aliyê liqa 29 a Dîwana bilind ya wî welatî ve hate piştrast kirin û biryare ku ew hukm li bajarê Meşhedê bê cîbicî kirin.

Li gorî rapora ragehandinên navxweyî ên Îranê, dadgeha bajarê Pîranşarê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hemwelatiyek Belûçî bi tawana diziya berdewam bi birîîna çar tiliyên desta hate mehkumkirin.

hukmê birîîna endamên cesteyê tawanbar li Îranê li dezgeha dadweriya hikumeta Îslamiya Îranê bûye diyardeyek asayî û li vê derheqê de, dawiya meha Sermaweza sala pêşîn li Şîrazê hukmê birîna hukmê destê kesekê birêve çû.