Hukmê bi sêdaredana girtiyik Kurd li girtîgeha Ormî hate pişrast kirinê

12:34 - 12 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa : paşî hindê ku girtiyik Kurd li girtîgeha sêntarla Ormî, hukmê sêdarê ragihandinê, tûşî Enfariktûs(sekte)a dil bû raguhastiyê nexweşxanê kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Idrîs Fûladî, 27 salî ku bi tometa kirîn-firotina narkozan( Mewadd ê Moxeddir) hukmê sêdarê jêre birîne, paşî hindê ku hukmê sêdarê li dadgeha bilind hate erênî kirinê, tûşî Enfariktûsa dil bûye û li nexweşxana Ormiyê li oda ICU , bin çavdêriya duxtoran deye.

Ev welatiyê Kurd ku xwedî jin û keçike, heyva Rêşema sala 1390 tev 2 kesên din bi navên” Ewdil Ezîz Fûladî û Rehman Fûladî ” ji gundê “ Kanî Reş”a dewera “ Soma Biradost”a ser bi Ormiyê hate girtin.

Paşî Rehman Fûladî bi tawana bazirganiya narkozan bi 20 salan hewsa teizîrî û Ewdil Ezîz Fûladî jî bi vê tawanê , hukmê sêdarê jêre birîn.

Bi gotina serekaniyik agadar, hukmê bi sêdaredana Ewdil Ezîz li dadgeha bilinda Îranê hatiye pişrast kirinê û hukum bereberê cîbicî kirinê deye.

Bi gotina pitira wan kesên hewkênandiyê hatî berdan,” girtiyên mehkûm bi sêdarê, bi dom ji aliyê dezgeha dadweriyê bi sêdaredanê tên hereşe kirinê û pitir caran girtiyan bi caran bo bi rê birina hukmê wan heya bin dara sêdarê dibin û wedigerînin”.