Hukmê bi sêdaredana 4 girtiyên siyasiyê Kurd hat erênî kirinê

23:45 - 30 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hukmê bi sêdaredana 4 girtiyên siyasiyê Kurd li girtîgeha sêntrala Ormî, ji aliyê dadgeha bilinda welatê Îranê, hate erênî kirinê.

Gorekî raporat ajnansa nûçe gihaniya Kurdpa, li midê rojên borî de hukmê bi sêdaredana 4 girtiyên siyasiyê Kurd bi navên “ Sîrwan Nijawî, Ibrahîm Îsapûr, Mensûr Arwend û Saman Nesîm” ji aliyê dadgeha bilinda welatê Îranê hatiye erênî kirin.

Ibrahîm Îsapûr û Sîrwan Nijawî ji xelkê Gundê “ Nelas”a Serdeşt, li 14ê Pûşpera sala 1390a rojî de ji aliyê hêzên ewlehiyê hatin girtin û bi dezgeha ewlehiya Ormiyê hatibûn raguhastinê.

Ev 2 girtiyê siyasî, paşî 2 heyv ragirtin li dezgeha ewlehiya Ormî, bi girtîgeha Mihabadê hatibûn raguhastinê û li 22ê Xakelêwa sala 1391a rojî de ji aliyê dadgeha inqilaba Şarê Mihabad, bi tawana endametî li partiyik Kurdî de, hukmê bi sêdaredana van dabûn.

Sîrwan Nijawî û Ibrahîm Îsapûr, li 12ê Banemarasala 1391 bi girtîgeha sêntrala Ormî, raguhastin.

Ji aliyik din de Mensûr Arwend ji xelkê şarê Mihabad, li heyva Xermanana 1391 de ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Mihabadê hukmê bi sêdaredanê jêre birîn û li rojên borî de ev hukma li dadgeha bilinda welatê Îran, hat erênî kirin û he niha metirsiya bi sêdaredana vî li holê deye.

Dedgeha şarê Mihabad, tawana vî girtiyê siyasî, moharibe(şer tev Xwedê) bi rêka alîkarî tev yekik ji paertên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran ragihandine û he niha li girtîgeha sêntrala Ormî, hatiye ragirtin.

Hevdem Saman Nesîm, ji xelkê şarê Merîwan ku li heyva Pûşpera sala 1390 li şarê Mihabad hate girtin, dadgeha inqilaba Mihabad li heyva Xermanana îsal de hukmê sêdaredanê jêre birî û paşî bi girtîgeha sêntrala Ormî, hate raguhastinê.

Bi gotina serekaniyik agdar, ev 4 girtiyên siyasiyê Kurd tev 2 girtiyên din yên Kurd bi navê “ Lezgîn Xanî û Kamil Bûtî” bi oda teke kesiya girtîgeha Ormiyê hatine raguhastin û metirsiya bi sêdaredana van heye.

Tê gotin ku malbatên van 6 girtiyên Kurd, bo cara dawî tev kurên xwe hevdîtin kirine û he niha rengeyiya bi rê çona hukmên van zêdetir bûye.
Bi gotina karnasên siyasî û berwajiyê hiviya xelkan ji “ Hesen Rohanî”, li midê rojên borî de sîpelik nû ji sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd Û Belûç li welatê Îranê de serhildaye û li roja Şemî a vê heftiyê de 20 girtiyên siyasiyê Kurd Û Belûç li girtîgehên Zahidam, Ormî û Selmas bi sêdaredane.

Ji aliyik din û gorekî wn raportên ku tên weşîn, îmam cumeyê şarê Merîwan, li rojên borî de, hewlên xwe bo bi sêdaredana 2 girtiyên siyasiyê Kurd “ Zanyar û Loqman Moradî” çirtir kiriye û li vê barê de rêxirava jê bihorîna naw-netewî, nigeraniya xwe şanî dane.

He niha li welatê Îranê, 24 girtiyên siyasiyê Kurd li girtîgehên hukûmeta islamiya Îranê de, hukmê bi sêdaredana wan re birîne û hukmê pitira wan kesan li dadgeha bilinda welatê Îranê hatiye erênî kirinê.