Hukmê 15 sal hewsa xebatkarik siyasiyê Kurd li dadgeha bilind de hate erênî kirinê

23:49 - 30 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: dadgeha bilinda welat(diwan ê aliyê keşwer), ferman(hukm)ê hewsa welatiyik Kurd erênî kir.

Gorekî raporata ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, hukmê 15 sal hewa “Simko Xilqetî”, xebatkarê siyasî, ji aliyê dadgeha bilind hate erênî kirinê.

Ev hukma pêşde ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Erak hatibû dan.

Simko Xilqetî ji aliyê dezgeha dadeweriya hukûmeta islamiya Îran, bi tometa moharibê( şer tev xwedê) bi endametî li yekik ji partên Kurdên opozîsiyona,hatibû mehkûm kirinê.

Simko Xilqetî, roja 28ê heyva Dêy, sala 1388 li şarê Erak hate girtin û paşî çend roj bandor û îşkencê, hevpeyvina vî li Press Tv a ingilîsî ziman hate weşandinê.

Vî ku he niha li girtîgeha Recayî Şehra Kerc de hewsiye, 35 salî û xwedî zarokike.

Ev welatî ji Mihabad, karnasê Metallojî ji zanîngeha industrîka Şerîfe.