Hin ji Berpirsên Arteşa Azad: Emê Kurdistanê li Kurdan bistînin

22:02 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: piştî Azadbûna hin ji Herêmên Kurdistanê bi destên Opozîsyonên Kurd, Arteşa Azad got emê dîsa Kurdistan ji wan bistînin.

Piştî Herifîna Hêwra Desthilata Esed, Gund û Bajarên Kurdan hêdî hîdî ketin destên Partiyên Kurdên Akinciyên Herêma Kurdistan Îraqê.

Arteşa Azad ku dijberlê Esed e, dibêje hekî Hukûmeta Beşar Esed bi tebahî biherife, emê Kurdistana Sûrî dîsa ji Kurdan bistînin.

Serheng Riyaz Es’ed ku tevî Rojnameya Ingilîzî Zimana “TODAY’S ZAMAN” dipeyivî, Mafê 3 Milyon Kurdan Înkar dike.

Her wisa di Îfadeya wê warê de dibêje ku ewna amade ne ji Parastina Axa Sûriye şer bikin.
\"5478.jpg\"
Riyaz Es’ed Herêma Kurdî a Qamîşloyê piştî Esed Înkar dike û dibêje em Qamîşlo ji bîr nakin.

Bajarê Qamîşlo Hilkeftî li Bakurê Rojhilata Sûriye ku Dîrokek dirêj ji dijîtî tewlî Hukûmeta Hafiz û Kurê wî heye.

Di rojên bihorî de Serokwezîrê li hebûna PKK li Sînorên Bakurê wê Welatê Nîgeraniya xwe da kifşandin.

Kurd ji 10 ji Sedî Xelkê wê welatê Zêdetir in ku li gişt Mafên Mirovanî bê par in.

Her wisa Ebdulbasît seyda ku Serok Kurd Ê Şêwra Netewiya Sûriye ye, hatiye Hewlêrê da ku tevî Civata Bilind a Kurdên Sûriye ku bi Amadeyiya Mes’ûd Barzanî li hev hat, Hevdîtinê bike.