Hikûmeta Tirkiyê Jimareyek Berçav Ji Kurdên Wî Welatî Destbiser Kir

13:09 - 15 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Di encama ew pêla berfireh ya destbiserkirina siysetvanên Kurd, hikûmeta Tirkiyê di wan çend rojan de zêdetir ji 30 welatiyên Kurd destbiser kirin ku beşek berçav ji wan endamên Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) ne û herwiha duh êrîş kire ser mala Leyla Zana, endama parlemanê û li nav tiştên mala wê de geriyan.

Rojnameya Today Zaman bi belavkirina vê nûçeyê herwiha got ku ligor gotina polîsê Tirkiyê ev kare bi armanca destbiserkirina endamên Partiya neyasayî ya bi navê KCK bûye.

Li nav girtiyan de Tuncer Baqirxan, ji endamên rêvebriya BDP û Fatime Kurtalan, nûnera berê ya bajarê Wan li Parlemanê Tirkiyê de dikevin berçav.