Hikumeta Sûriyê li jêr çavdêriya Îranê de çeka şîmyayî bona serkuta neraziyan bi kar aniye

15:12 - 15 Şibat 2012
Kurdpa: yek ji efserên cudabûyî ji erteşa Sûriyê ragehand ku hikumeta Beşar Esed bi armanca tepeseriya xelkê Homsê ji çeka şîmyayî mifah wergirtiye.

Malpera “jpost” ji zarê “Ehmed Ebdulrezaq” ve bilav kir ku hikumeta Sûriyê ew gaza şîmyayî li jêr çavdêrî û rênimayiya hikumeta Îslamiya Îranê bona tepeseriya neraziyan bi kar aniye.

Ehmed Ebdulrezaq herweha ragehand jî ku pêştir ez li beşa emrazên şîmyayî ên erteşa Sûriyê de bûm.

Wî herweha eşkere kir ku egera vê hindê heye ku hikumeta Beşar Esed bo carek din vê madeya şîmyayî bi kar bîne.