Hikûmeta Îraqê deynê elektirîkê nedaye Îranê

16:20 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Berdevkê Wezareta Elektirîkê a Îraqê ragehand: “Hikûmeta Îranê şandina elektirîkê bo Îraqê, ji riya hêla veguhastinê ya bajarê Xuremşehrê ve bo Besrê û ji “Kerxe” ve bo “El’emare” ragirtiye.

Li gora nûçeyên belavkirî, Mihemed Fethî berdevkê Wezareta elektirîkê ya Îraqê, ragehand ku em 600 hezar Dolarî deyndarê Îranê ne, lê me garantî daye Îranê ku em deynê wan bidin wan, lê dîsan jî wan elekterîka me qut kirine.

Asta şandina elektirkê ji Îranê ve bo Îraqê, 800 Megawatt e, û xelkê Îraqê di çend rojên borî de, ku pileya germê gihaye serweyî 50 pileyan, derheq bi vê rewşê, û nebûna elektirkê nerazîbûna xwe eşkere kirine.