Hikûmeta Îranê li avednkirina binkeyên leşkerî li ser sînoran berdewame

21:13 - 15 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Hikûmeta Îslamî ya Îranê li bajarê Serdeştê, mijûlê zêdekirina hêzên xwe di vî bajarî de ye, û herwisa destavêtiye bi avedankirina binkeyên xwe yên leşkerî, li ser sînorê wî bajarî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, hikûmeta Îranê hêzeke zêde di bajarê Serdeşt cihigîrkiriye, û herwisa mijûlê avedankirina binkeyên nû yên leşkerî li ser sînorê wî bajarî ye.

Li gorî çavkaniyeke agehdar ku di vê derheqê de, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye, hikûmetê hêzeke zêde di wê bajarî de cihgîrkiriye, û li hewla avedankirina binkeyên xwe yên leşkerî yên sînorî ye.

Herwisa vê çavkaniyê dayezanîn, hêzên hikûmetî li ser çiyayên “Casûsan” yê sînorê bajarê Serdeştê, hêz û alavên leşkerî cihîgirkiriye.

Rapora ku gihîştiye bi ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê bas ji wê dike ku, hikûmet di hewla wê de ye ku hekî bikarin, biryargehekê li bajarê Serdeştê avabike û herwisa di wî bajarî de seytereyên lêpirsînê jî êdekirin e.

Di despêka wê hefteyê de, hejmareke zêde ya hêzên Spaha Pasdaran digel hejmarek din ji wezîfedarên hikûmetê yên kinc şexsî, li ser sînorên bajarê Merîwanê cihigîr kirin e.

Her di vê pêwendiyê de jî, malpera ”Kurdistanmedia”yê, ziman halê PDKÎ, li heyama çend rojên derbasbûyî û di nûçeyekê de, bas li desteyek li endamên xwecihî yên Spaha Pasdaran kiribû ku, rijiyane nav gundê “Maşkan” li devera “Berbine” ya girêdayî bajarê Pîranşarê, û bi hênceta hebûna hêzên Kurdî, hemû avahiyên wî gundî vekolandine.