Hikûmeta Îranê di girtina hevwelatiyên Kurde berdewame

20:42 - 20 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Du hevwelatiyên Kurd di bajarên wekî Kirmaşan û Urmiyî de bi tometa “alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 29`ê Beframbarê, welatiyê Kurd yê bi navê “Yasir Muhbî” û temen 38 salî û kurê “Xolamhusên” xelkê devera “Bîlwar”, a girêdayî bajarê Kirmaşanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ev hevwelatiyî Kurd bawerînameya beşa Jimêryarî wergirtiye û di cihê karê xwe de û bi tometa “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye desteserkirin.

Ew hevwelatiyê Kurd di heyama sala 1396`an de jî, bi sebeba piştevanîkirin ji Buhaiyan di yek ji civînên Kultûrî yên xwendekaran de ji aliyê hêzên îtila`ata bajarê Kirmaşanê ve hatibû gazîkirin, û lêpirsîn jê hatibû kirin.

Her di vê derheqê de jî, roja Pêncşemî 27`ê Beframbarê, hevwelatiyekî din yê Kurd yê bi navê “Qadir Zeyînî” temen 29 salî û kurê “Sefyedîn” xelkê bajaroka “Elvac” a girêdayî bajarê Urmiyî jî bi tometa “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyonên hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye desteserkirin, û ev bo cihekî nediyar veguhastine.

Ev hevwelatiyê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê, bawerînameya Cutiyarî vergirtiye lê, bi sebeba destêverdanên navendên îtila`atê , ji mafê vergirtina di vê îdareyê de bêpar maye û lê ew heyama salekê ye, di Hevya Sor a Urmiyê de mejûle.