Hikûmeta Îranê çekên giran bo bajarê Kamyarên vediguheze

20:32 - 16 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Spaha Pasdarana hikûmeta Îranê, alavên leşkerî bo bajarê Kamyaranê vediguheze.

Li gorî nûçeya gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 25`ê Cozerdana 1398`an, Spaha Pasdaran dest bi veguhastina alavên leşkerî bo bajarê Kamyaranê dane.

Li gorî gotina çakvaniyeke agehdar, ev alavên leşkerî li bajarê Sine bo binkeya emeliyatî ya Spaha Pasdaran ya li gundê Geşkî û bilindahiyên çiyayê Şaho hatine veguhastin.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Spaha Pasdaran di dema veguhastina çekên giran yên şer bo bajarên Kurdistanê, ji bo diyar nekirina alavên şer, ji hêzên kinc şexsî û bi awayekî ku zelal nebin mifah vergirtiye.

Veguhastina çekên giran bo bilindahiyên çiyayê Şaho, piştî serdana fermaderên payebilind yên Spaha Pasdaran hatiye encam dan.

Roja Înê 17`ê Cozerdana 1398`an Mihemed Pakpûr fermanderê Hêza Bejahî yê Spaha Pasdaran, Mihemedteqî Esanlû fermanderê Biryargeha Hemize, Mihemednezer Ezîmî fermanderê Biryargeha Necef a Eşref yê Hêza Bejahî yê Spaha Pasdaran û Mihemedhusên Recebî, Fermanderê Biryargeha parêzgeha Şehramfer a bajarê Sine, li bilindahiyên çiyayê Şaho a girêdayî bajarê Kamyaran û Kosalana ser bi Serwabadê serdan kirbûn.

Serdana fermanderên Spaha Pasdaran bi sebeba çalakiyên xûya yên hêzên partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, li bilindahiyên çiyayê Şaho a ser bi Kamyaran û Kosalan a Serwabadê bûye.