Hikûmeta Îranê bênavber hevwelatiyên Kurd desteser dike

20:11 - 20 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Du hevwelatiyên Kurd yên xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin, û tu zanyaryek derheq çarenivîsa van ber dest nîne.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 25`ê Beframbarê, du hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Cemal Mûsewî û Usman Huêyînî”, yên xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin, û ew bo lêpirsînê bo girtîgeha îtila`atê veguhastin e.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ew du hevwelatiyên Kurd, mejûlî karê terzyî bûne, û ev di cihê karê xwe de bi bê destûra dadgehê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Ew du hevwelatiyên Kurd, bi tawana “alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Her di vê derheqê de jî, roja Pêncşemî, 27`ê Beframbarê, sê hevwelatiyên din yên Kurd yên bi navên “Usman Hesenî, Hesen Mûsewî” xelkê bajarê Şinoyî û “Elî Îsma`îllî” temen 40 salî û kurê “Mihemed”, û xelkê gundê “Caşîran”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibûne desteserkirin.

Ew sê hevwelatiyên Kurd jî, her bi tawana “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” hatibûne desteserkirin.