Hikumeta herêma Kurdistanê li ser dosyeya du girtiyên Kurdên rojhelat wê bixebite

12:45 - 8 Adar 2012
Kurdpa: serokêhikumeta herêma Kurdistanê ragehand ku ew dê bi wan zûkatiya li ser dosyeya du girtiyên Kurd ên rojhilatê Kurdistanê ku bi Îdamê hatine mehkum kirin wê bixebite.

Berhem salih ragehand ku ew li wan rojan de wê li ser dosyeya Şêrko Mearifî û Hebîbollah Golperî her du girtiyên Kurd wê kar bike û li gel dezgeha dadweriya Îranê wê behs û gotûbêjan bike.

Li gorî ragehandina komîteya xwendekarî ya bergirî ji girtiyên siyasî berî niha Hoşyar Zîbarî jî li ser dosyeyea Şêrko Mearifî di gel berpirsê parlementoya Îranî axavtin kiribû.