Hikmê daliqandina girtyekî Kurd di girtîgeha bajarê Mihabadê de bi rê ve çû

21:07 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: berpirsên girtîgeha navendiya bajarê Mihabadê, hikmê daliqandina girtiyekî Kurd yê xelkê wî bajarî, pejirandin.

Li gorî rapora ku gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, serê sibêdeya îro, 18`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê xelkê gundê “Şamat” a girêdayî bajarê Mihabadê, yê bi navê “ Weys Elîpûr”, kurê Xusrew, bi tometa kuştina bizanebûn, ji aliyê berpirsên girtîgeha vî bajarî ve hate îdamkirin.

Ev welatiyê Kurd, 4 sal berî niha, bi sedem arîşeyên malî, rastî şer û arîşe bibû, bibûye sedema kuştina welatiyek din.

Saziya mafê mirov a Îranê, di vê derhegê de, weşandiye ku ew girtiyê Kurd, di hevşa girtîgeha bajarê Mihabadê de îdam kirin û girtiyên din di pişt pencera odên xwe de, çav bi wê bûyerê dikirin.

Çavkaniyek agehdar di derheq daliqandina wî girtiyê Kurd de ragihand: Kêmtirîn rewşa daliqandin di girtîgeha navendiya bajarê Mihabade de rû dide ku ewe jî zortir bo çavtirsandina girtiyan e.

Li gorî rapora Saziya lêborîn a navneteweyî: Îran bi cîbecîkirina hikmê îdamkirina 253 hevwelatî di sala 2018`an de, bi duyemîn welatê cîhanê ji îdamkirina hevwelatiyên xwe tê zanîn.

Berê jî, wê Saziyê bi fermî ragihandibû ku, berpirsên Îranê bi başî agehdarin ku cezaya îdamkirin, binpêkirina aşkereya wan sozaneye ku hikûmeta Îranê wajo kiriye.