Hidayet Ebdulahpûr bo cihekî nexuya hate veguhastin

19:00 - 9 Gulan 2020

Îro Şemî 20`ê meha Banemerê, hepsiyê siyasî yê ku di ghirtîgeha bajarê Urmiyê de bi îdamê hatî cezadan, bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew hepsiyê siyasî yê ku cezaya îdamê bi ser wî de hatî sepandin, nêzî 3 demjimêr e bo derveyê bendê hatiye veguhastin û piştre bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew hepsiyê siyasî bi heceta karta telefonê bo derveyê bendê hatiye veguhastin û ji sedema veguhastina wî bo derveyê bendê ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Roja Duşemî 16`ê Rezber a sala 1397`an, taya 47 a dîwana bilind a welat, cezaya îdama “Hidayet Ebdulahpûr”, hepsiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê pejirand.

Roja Pêncşemî 28`ê Befranbar a sala 1396`an, ew hepsiyê siyasî yê Kurd bo cara duyemê di dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de hate mehkemekirin û dadgehê, ew bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi îdamê ceza dan.

Berê jî, yek ji kesê nêzî “Hidayet Ebdulahpûr” ji derheq zanyariyên li ser mehkemekirina wî hepsiyê siyasî yê Kurd bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Piştê wê ku cezaya “Hidayet Ebdulahpûr” di taya 47 a dîwana bilind a welat de hate redkirin û bo dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê hate veguhastin, “Hidayet Ebdulahpûr” di taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de hate mehkemekirin û bo carek din pêka xwest û givaşa (hifazeta îtila`ata Spah) “parastina Îtila`ata Spah”ê ya bajarê Urmiyê bi îdamê hate cezadan.

Ew hepsiyê Kurd di yekemîn civîna mehkemê de bi serokatiya dadwer “Şêyxlû” û di mehkemeya dûbare de bi serokatiya du dadwer ên bi navên “Seîd Ehmedî” û “Qazî Qazîzade” bi îdamê hate cezadan.

“Hidayet Ebdulahpûr” 78 roj li girtîgeha îdareya îtila`ata Spaha Pasdaran, di bajarê Urmiyê de bo wergirtina îtirafa bizorî, navbirî rastî îşkencekirinê hatibû.