Hêzêzn rejîma Îranê Kurdekî Baneyî birîndar kirin

15:58 - 14 Hezîran 2012
Kurdpa: hemwelatiyekî xelkê gundê Sardaw ser bi bajarê Bane li du kîlometriya sînorê bajarê vî bajarî di gel herêma Kurdsitanê ketiye ber teqeya rasterast ya hêzên întizamî û bi tundî birîndar bûye.

Li gorî nûçeya Ajansa Kurdpa: roja Çarşemiyê 24’ê Cozerdanê hemwelatiyek bi navê Ebas Reşîdî kurê reşîd û xelkê gundê Sardaw ser bi bexşa “Nimeşîr” ya bajarê bane li cihekê bi navê Kanî zerd li du kîlometriya sînor kete ber detrêja rasterast ya hêzên întizamî û gulleyek li serî ketiye û bi tundî birîndar bûye.

Ew hemwelatî di demekê de li bêhişiyê de bû ji bo nexweşxaneya bajarê Bane hate birin.

Li gorî zanyariyên ew hemwelatiyê bi navê Ebas Reşîdî li ser sînor nebûye û barê qaçax li cem wî nehatiye dîtin.