Hêzên Sipaha Pasdaran bi dronan êrîşî ser baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê kirin

22:30 - 28 Îlon 2022

Di berdewamiya êrişên hêzên Sipaha Pasdaran yên li ser baregeh û binkeyên partiyên Kurdistana Îranê li navçeyên sînorî di heyama çar rojên borî de, îro, 28ê îlonê, baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê li Hewlêrê bûne armanca êrişa dronên Sipaha Pasdaran.

Nûnerê Partiya Azadiya Kurdistanê li Hewlêrê ji ajansa Kurdpa re ragihand: di encama wan êrişan de 6 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Nawbirî herwisa got: Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Hewlêrê.

Îro, 28ê Îlonê, baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li Koyê û baregeh û binkeyên Komale li parêzgeha Silêmaniyê, bûne armanca êrişên rakêt û dronên Sipaha pasdarên a Îranê. Her wiha kampên penaberên siyasî yên van partiyan ku malbat, jin û zarokên çalakvanên siyasî lê dijîn û ji bin çawdêriya aliyê Neteweyên Yekbûyî de ye, bûne armanca wan êrişan.

Di berdewamiya van êrîşan de li ser kampa penaberên siyasî li Koyê, çend kes birîndar bûn û çend kes jî hatin kuştin ku beşek ji birîndaran zarok û xwendekarên dibistanê ne.

Di êrîşan de her wiha ziyaneke madî ya mezin gihandiye rêveberî û baregehên partiyên Kurdistanî yên Îranê.