Hêzên rejîma Îranê teqe li kolberên Kurd kirin

21:30 - 3 Hezîran 2012
Kurdpa: Desteyek ji kolber û kasibkarên Kurd li herêma tirgewera Urmiyê ketne ber destrêja rasterast ya hêzên rejîm û li encam de kolberekî canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Ajansa nûçegihaniya Kurdpa hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li cihekê bi mavê “kune Kotir” teqe li kasibkarên Kurd kirin ku li encam de Ferşîd kurê Mihemed Elî xelkê herêma Şipîrana Selmasê canê xwe ji dest da.

Herweha di vê êrîşê de du kolberên din jî ku navê yek ji wan Mihemed Norî xelkê Enbê ye bi tundî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.