Hêzên rejîma Îranê kasibkar û hespên wan dane ber gulleyan

23:13 - 13 Gulan 2012
Kurdpa: Hêzên leşkerî ên rejîma Îranê ên cihgir li herêma Pîranşarê pêşiya kolberên Kurd girtin û li encama destrêja rasterast 50 ser hespên barhilgir ên kolberan kuştin.

Li gorî rapora Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li rojên borî de hêzên leşkerî ên Hikumeta Îslamiya Îranê ên akincî li gundê derdora “Maşkan” a bajarê Pîranşarê pêşiya komeke kolber û kasibkarên Kurd girtin û li encama destrêja hêzên leşkerî de 50 ser hespên kasibkaran hatin kuştin.

\"4520.jpg\"

Akinciyên herêmên li ser sînorê Kurdistanê bi sedema nebûna kar û destengiyê bi neçarî pîşeya pirr ji tirs ya kolberî û kasibiya li ser sînor hildibjêrin ku gellek caran bi nirxa can ji dest dana wan bidawî tê.