Hêzên rejîma Îranê ciwanekî temen 17 salî kuştin

15:44 - 24 Nîsan 2012
Kurdpa: Li encama gulleberdanên hêzên rejîma ranê de bo ser komek ji kasibkarên ser sînor ciwanekî temen 17 salî canê xwe ji dest da, û kolberek din jî bi tundî birîndar bû.

Li gorî nûçeya Ajansa nûçegihaniya Kurdpa hijmarek ji kasibkarên li ser sînor ku li halê derbasbûna ji gundê Taçînawê a ser bi bajarê Şinoyê de bûn, ketne ber teqeya rasterast a hêzên nîzamî ên hikumeta Îranê û li encam de Feysel Temûyî temen 17 salî kurê Hemze û xelkê gundê “Taçî Nawê” canê wî jê hate sitandin.

Her li encama vê gulleberdanê de kasibkarek din bi navê Bêhzad bi tundî birîndar bû. Li gorî zanyariyan tewaya tiştên kasibkaran jî ji aliyê hêzên leşkerî ve hatin zewtkirin û hijmarek berçav jî ji hespên kasibkaran hatin kuştin.

Nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li bajarê Şinoyê ji zarê yek ji kes û karê wî kasibkarê kuştî ragehand ku termê Fysel heya niha radestî malbata wî nehatiye kirin û ji aliyê hêzên Întizamî ve bi malbata wî hatiye ragehandin ku bi şert û mercekê termê wî ciwanê kuştî, wê radestî malbata wî were kirin ku nabe tu meşekê birêve bibin.

Herweha bi malbata Feysel hatiye ragehandin ku divêt rê û resma biaxê sipartina wî jî bi bêdengî birêve here.