Hêzên milîtarî li dewera Serdeşt, Kolberik din jî kuştin

19:07 - 18 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Kolberik din yê Kurd ji xelkê dewera Serdeşt li sedem şêlikiya rastrerasta hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê de hate kuştin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Wahid Tofîqî, kurê Hecî Ewdila(Ewla) Kakeyî, ji xelkê gundê “ Bêtoş”a dewera Serdeşt, ji aliyê hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê li ciyik bi navê Dolan de dane ber gulleyan û kuştin.

Bi gotina serekaniyik agdar, termê vî Kolberê Kurd, êwara roja Pêncşem, paşî 24 saetan ji aliyê welatiyên li dewera Alana Serdeştê hate peyda kirin.

Serekaniya nûçê ew jî got: Wahid Tofîqî ku 6 heyvan pêş nihade zewicî bû, jina vî hemle(pergment)e û navbirî tinê bo berev kirina pêjîna jiyana xwe rû bi karê pir ji metirsiya Kolberiya ser sînoran kiribû.

Tê gotin; malbat û kesên vê Kolberên Kurd, ji aliyê hêzên milîtariya hukûmeta islamiya Îranê de ketine ber hereşan û pêre gotina gere xwe ji midyayî kirina nûça hatin kuştina kurê xwe xwe ragozin.

Hevdem êwara roja Çarşem de Kolberik din yê Kurd bi navê Nadir kurê Rehman Mam hisên, ji xelkê gundê Têbeta Alana serdeştê li sedem gulle pêketinê de jin aliyê hêzên mitîtariyên hukûmeta islamiya Îranêde tûşî birîndarî û rewşa Koma bû.