Hêzên milîtarî li dewera Banê Kolberik Kurd Kuştin

13:52 - 15 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberik Kurd ji xelkê dewera Banê bi şêlikiya rasterasta hêzên milîtarî yên hukûmeta islamiya Îran, hate kuştin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, çeva borî, 23ê xezelwer, welatiyik ji xelkê dewera Banê bi navê “ Celîl Yûnisî” naskirî bi “ Cîmî” li nêzî gundê “ Oştirawa”a ser bi vî şarî bi şêlikiya rasterasta hêzên milîtarî, canê xwe ji dest da.

Tê gotin ku ev Kolberê Kurd, xwedî jin û zarokik bûye, bi tinê bo berev kirina pêjîna jiyana xwe rû bi karê pir ji metirsiya Kolberiya ser sînoran kiriye ku li dewera “ Boyen” dane ber gulleyan û canê vî jê hatiye istandin.

Welatiyên dewerên serhedan, bi hegera nebûna derfeta kar, hejarî û bihatiya ji hed derketî, rû bi karê Kolberiya ser sînoran dikin, pitir caran tûşî şêlikiya hêzên milîtarî û her wisa teqîna mîm yên daniyê wan hêzan dibin.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka heyva Rezbera îsal heya niha, 8 Kolberên Kurd bi şêlikiya rasterasta hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê hatine kuştin û 8 kesên din jî hatine birîndar kirinê.