Hêzên leşkerî yên hikûmetê kolberekî birîndar kuştin

18:29 - 14 Îlon 2020

Roja Yekşemî 23`ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Selahedîn Îsazade” kurê “Hemze”, xelkê gundê “Şêwsimak” a ser bi bajarê Şinoyê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin û piştre hêzên leşkerî carekî din navbirî dane ber gulleyan û di encamê de hate kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew kolberê Kurd di ceheke bi navê “Zurmazû” ji bilindahiyên Kêleşîn a ser bi bajarê Şinoyê, kevte boseya hêzên leşkerî yên hikûmetê û hêzên leşkerî piştî birîndarkirina wî kolberê, navbirî binçavkiribûn.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên leşkerî yên hikûmetê piştî îşkencekirina wî kolberê, dane ber gulleyan û kuştin û termê wî bo serdxaneya bajarê Neqedeyê veguhastin.

Wê çavkaniyê eva jî got: “Termê wî kolberê roja Yekşemî 23`ê Xermananê, radestî malbata wî kirine û li cihê jidayîkbûna wî li axê hate spartin.

“Selahedîn Îsazade” xwedî xîzandar û xwediyê du kuran ne.