Hêzên leşkerî li bajarê Serdeşt û Merîwanê teqe li du maşînên welatiyan kirin

17:23 - 10 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Maşînên du welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Serdeşt û Merîwanê, ji aliyê hêzên leşkerî ve teqe lêkirin.

 Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 18`ê Xezelwerê, hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser rêya gundê “Derekê” ya ser bi bajarê Merîwanê, maşîna kasibkarek Kurd yê bi navê “Efşar” xelkê gundê “dezlî”yê, dane ber gulleyan.

Li gor gotina çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî bi şika hilgirtina tiştên qaçax, maşîna wî welatiyê Kurd dane ber gulleyan.

Herwisa wê çavkaniyê got, li dema teqekirina hêzên leşkerî, zêdetir li 20 gulleyan li maşîna wî welatiyê ketin e.

Ew çavkaniye herwisa ewe jî got ku, di wê bûyerê de ti xisareke canî li pey xwe tine bûye.

Her di vê derheqê de, roja Yekşemî, 19`ê Xezelwerê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li bajarê Serdeştê, maşîna pirayîd a welatiyekî Kurd yê bi navê “Sadiq Se`idî”, xelkê gundê “Bêjwê”yê dane ber destrêjiya guleyan.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê, li bajarê Serdeştê ragihand: Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi sebeba nebûna jimareya maşînê, teqe li maşîna wî welatiyê Kurd kirine.

Pêka gotina şahidhalan, hêzên leşkerî li wan du bûyeran de, ku li bajarê Merîwan û Serdeştê rûydawe, bi bê li ber çavgirtina yasa ya teqe kirinê, teqe li wan du welatiyên Kurd kirine.