Hêzên leşkerî ên Îranê kelûpelên kasibkaran şewitandin

21:30 - 9 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê ên li ser sînorê Newsûdê dest bi ser kelûpelên kasibkaran de girtin.

Li gira nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Duşemiyê 17`ê Befranbarê beşeke berçav, ji tiştên kasibkarên Kurd, li sînorê Newsûdê, ji aliyê hêzên leşkerî ve dest bi ser de hate girtin.

Yek ji wan kolberan ku tiştên wî ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê ve dest bi ser de hatibû girtin, bi Ajansa “Kurdpa”yê ragehand: Hêzên leşkerî piştî destbiserdegirtin û veguhastina kelûpelên kasibkar û kolberan bo paygahê (binkeya leşkerî) tiştên wan şewitandin.

Wî kolberê Kurd ku nexwast navê wî bê eşkerekirin, ragehand: Kolber û kasibkar bi vî karê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê tûşî gellek zirarên malî bûn.