Hêzên leşkerî du kolber li sînorê Newsûdê bi gulleyên ciftê birîndar kirin

17:56 - 29 Nîsan 2022

Êwara roja Pêncşemî 8ê Banemerê, li sînorê Newsûdê du kolberên Kurd ên bi navên “Umîd Yûnisî û Muxtar Şamuradî” xelkê bajarê Selasa Bawecanî, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hilûmetê bi gulleyên ciftê hatine birîndarkirin.

Hêzn leşkerî li mewdayek nêzîk û bê agehdarkirina berê, teqe li wan du kolberane kirine.

Ew du kolberane bo çaserseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Herwisa di rêjên derbasbûyî de li sînorê Newsûdê kolberek Kurd ê bi navê “Mesûd Mehmûdî”, 32 salî û kurê Se`îd, xelkê gundê “Sêver”ê girêdayî bajarê Merîwanê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bibû.