Hêzên kinc şexsî ciwanekî xelkê bajarê Sineyê desteser kirin

17:20 - 14 Adar 2020

Roja Pêncşemî 22`ê Reşemê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Xebat Mihemedî” xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên kinc şexsî ve hate binçavkirinê.

Ew ciwanê Kurd, piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û ji qedera wî ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Hêzên kinc şexsî ew ciwanê Kurd bi tohmeta “endamê yek ji Partiyên dijberê hikumeta Îranê” binçav kirine.

Binçavkirina wî ciwanê Kurd, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî bûye û heya niha li pey ketina malbata Mihemedî bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam bûye.