Hêzên îtila`atê birêveberê kanala civakî ya Telegramê ya bi navê “Dengê Xanî” destbiser kirin

14:19 - 31 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê birêveberê kanala telegramê a bi navê “Dengê Xanî” destbiser kirin û piştre jî ev neçar kirin da ku kanala xwe di nav torên civakî de, ji nav bibe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçeginhaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 7`ê Rezberê (29`ê Çiriya Pêşîn), Mihemed Xired temen 40 salî û xelkê bajarê Pîranaşarê û birêveberê kanala telegramî ya bi navê “Dengê Xanî” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate destbiserkirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ji nûçegihaniya “Kurdpa”yê re daye xuyakirin ku: Berêveberê kanala telegramî a “Dengê Xanî” bi sedema belavkirina xeberên derheq bêîmkanatbûna bajarê Pîranşarê, û rexnekirina nûnerê wî bajarî yê di mecilsa Îranê de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye destbiserkirin.

Vê çavkaniya agehdar di vê derheqê de ev yeka jî zêde kiriye ku, îdareya îtila`ata bajarê Pîranşarê, piştî jinavbirina kanala telegramî ya “Dengê Xanî” kanaleke din ya bi navê “Sedayê Inqlabê Islamî” rêk xistine, û Mihemed Xired neçar kirine da ku vê kanalê bi rê ve bibe.

Kanala telegramî ya “Dengê Xanî” du salan berî niha hatibû rêkxistin, ku bi sebeba givaşên îdareya îtila`ata bajarê Pîranşarê pêşî ji çalakiyên wê hate giritin, û ev ji nav birin.