Hêzên Întizamî Piştî Kuştina Wekatiyek Kurd, Termê Vî Li Ser Ban Fire Didin

12:33 - 4 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Piştî ku roja 31.12.2011-an, hêzên Întizanî ên Serpulê Zehaw êrîş dikin ser wekatiyek Kurd bi navê Mistefa Şokrî, bi armanca girtina wî, her li wir canê navbirî jê distînin û piştre li ser ban vî fire didin xwarê.

Li gor nûçeya nûçgihaniya Ajansa Kurdpa li Kirmaşanê, roja şemiya derbazbûyî jimareyek ji hêzên ser bi navenda xebat dijî madeyên sirker li Serpulê Zehaw bi biryara fermî ya dezgeha dadwerî êrîş dikin ser mala Mistefa Şokrî û li dema pişkinîna mala wî, yek ji memûran êrîş dike ser navbirî û wî dikuje.

Hêzên Întizamî bi armanca veşartina cih pêyên xwe di vê qetlê de, termê Şokrî li ser banê mala wî diavêjin xarê.

Şonasa bikuj û dadwerê biryarder bo girtina Şokrî gihîştiye dest Ajansa me û bal me hatiye parastin, ku piştre emê di hewale kemilîtir de bixin ber dest we xwendevanên hêja.