Hêzên intizamî li Ormî, hejmarik Kolber girtin

22:49 - 19 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: hejmarik ji Kolberên Kurd ji xelkê haerêma Ormiyê ji aliyê hêzên intizamiya Pasgaha ser sinoriya Soma û Biradost de hatin girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; sibêzûya roja borî, 28ê Befranbar(heyva Dêy, 18ê January), hêzên intizamiya hukûmeta islamiya îran li pasgaha ser sinora Perîxan li dwera Soma û Biradosta Ormî, xêncî zewt kirina barê Kolberan, hejmarik ji wan jî girtin.

Raportêrê Kurdpa li Ormî, nasnama yekik ji wan Kolberên girtî, Selam Sehrayî, xelkê gundê “Berdê Zî”a ser bi dwera Soma û Biradosta Ormiyê ragihand.

Tê gotin, li sala borî de jî, birayê vî Kolberê Kurd bi navê Şukrî Sehrayî li dema Kolberiyê de li sedem şêlikiya ajanên vê pasgahê de hatibû kuştin.

Niha nasname û cê ragirtina vî Kolberê Kurd û yên tev hatî girtin ku pitira wan ji xelkê gundê Berê Ziyêne, bo ajansa Kurdpa eşkere nebûne.