Hêzên Întizamî dest bi ser çend ser hespên kasibkaran de girtin

17:06 - 2 Tebax 2017
Ajansa Kurdpa: Di encama bosedanîn û êrîşa hêzên Întizamî li ser riya kasibkaran di navçeya Hewraman çend ser hespên kasibkaran bi bar ve dest bi ser de hate girtin.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Kurdpayê, şeva borî 10`ê Gelawêjê çend ser hespên kasibkaran bi bar ve dest bi ser de hate girtin.

Li gora çavkaniyeke agehdar, hêzên Întizamî di navçeya Hewraman, êrîş kirin ser karwanê kasibkaran, û piştî teqeyeke zaf li kasibkaran, çend ser hespên kasibkaran bi bar ve dest bi ser de hate girtin.

Ew kasibkar xelkê gundên Dirûkê û Selên li navçeya Hewraman bûn.

Roja 7`ê Gelawêjê jî 17 ser hespên kasibkaran bi teqeya hêzên Întizamî hatin kuştin.

Herwisa hêzên Întizamî dest bi ser alavên wan kasibkaran de jî girtine, û bi xwe re birine.

Karê kolberiyê tenê çavkaniya dahata xelkê navçeyên sînorî ye, lê rojane ji aliyê hêzên hikûmeta Îslamiya Îranê ve sivikatî bi wan tê kirin, û gellek caran jî bebrirûyê mirinê dibin.