Hêzên Întizamî bi gerandina çend kesan li nav bajarê Kirmaşanê de sivikatî bi wan kirin
Di kurte vîdyoyek 27 çirkeyî de hêzên Întizamî li bajarê Kirmaşanê çend kes berevajî parastina kirameta mirovî li ser şeqamên wî bajarî û li ber çavên xelkê gerandin.
Hêzên Întizamî ew çend kesane bi tohmeta “teqekirin û têkdana ewlehî”yiya wê dawiyê li bajarê Kirmaşanê, li şeqamên Te`awun û bilwara Xumeynî, li ber çavên xelkê gerandin û sivikatî bi wan kirin.
Di vê derheqê de nûçegihaniya “Hêrana”yê ragihand: “Sivikatîkirin bi wan çend welatiyan li bajarê Kirmaşanê li jêr navên “zirteboz” (Erazil û Ubaş) û li ser biryara dadwerî bûye.
Di heyama çend salên derbasbûyî de, hêzên ewlehî car bi car dest diavêjin bi sivakatîkirin û gerandina kes yan çend kesekî li jêr tawanên cur bi cur de û eva jî berevajiyê kirameta mirovî û yasayên mafê mirovî ye.