Hêzên Întizamî 148 Welatiyên Kurd Destbiser Kir

13:02 - 21 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Destbiserkirina welatiyên Kurd li jêr navê cur bi cur ji aliyê navendên ewlehî- dadwerî ên hikûmeta Îranê berdewam dike.

Mesûdî, fermanderê hêzên Întizamî ya Parêzgeha Kurdistanê ragihand: “Hêzên Întizamî li çendîn cihên cuda cuda ên bajarê Sine,148 welatî destbiser kirine û hemû ji bo dezgeha dadweriyê şandine.”

Nûçegihaniya IRNA li ser zimanê Mesûdî belav kir, “kesên destbiserkirî bi tawan kirîn û firotina madeyên sirker, vexarinên elkulî, cixare, alavên setelaytan, dizîn û kirîn û firotina alavên dizî hatine girtin.”

Fermanderê giştî yê hêzên întizamî ya Parêzgeha Kurdistanê herwiha zêde kir ku wan di çarçoveya terha jordebirina ewlehiya civakî dest bi ser 22 trombîlên bê sened û trombîlek bê jimare de girtine.

Berê jî li meha september de nêzîk bi 769 welatiyên Kurd li parêzgeha Kurdistanê de bi sûçên cur bi cur û li jêr navê terha jordebirina ewlehiya civakî de hatibûn destbiserkirin.