Hêzên hikûmetê li bajarê Newsûdê dest bi ser kelûpelên kasibkaran de girt

18:11 - 29 Gulan 2021

Roja Çarşemî 5`ê Cozerdan, hêzên ser sînor li bajarê Newsûd ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, êrîş kirine ser mala welatiyan û dest bi ser kelûpelên kasibkaran de girt.

Di vîdiyoyeke yek xulekî de ku li ser torên civakî hatiye bilavkirin, çend kes ji hêzên ser sînor yên bajarê Newsûdê êrîş kirine ser mala welatiyan û tevî dest girtin bi ser barên kasibkaran de, bêrêzî bi jin û zarokên wan welatiyan kirine.

Di vê derheqê de, çavkaniyeke agehdar li bajarê Paweyê bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Ew bûyere li kolana Mewlana a bajarê Newsûdê qewimiye û hêzên ser sînor, bi bê hebûna belgeyên yasayî û bi bê guhdan bi nerizayetiya jin û zarokan, êrîş kirine ser malên wan welatiyan.

Wê çavkaniya agehdar destbiserdegirtina kelûpelên wan kasibkaran zêdetir ji 100 milyon Tumen daye zanîn ku ji aliyê wan hêzan ve hatine birin.