Hêzên hikûmeta Îranê li ser sînorê Baneyê welatiyek Kurd kirin bi armanc

12:10 - 26 Şibat 2022

Êvareya roja Înê 6`ê Reşeme (25`ê Şibat a 2022`an), welatiyek Kurd ê bi navê “Seîd Pîran” yê temen 40 sal û xelkê gundê “Kerîmava” yê ser bi bajarê Baneyê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên hikûmeta Îranê hate kuştin.

Kurdpayê nivîsiye: “Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi şika hebûna tiştên qaçax, ev welatiyê Kurd kirine bi armanc”.

Piştî vê bûyerê termê navbirî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” a bajarê Baneyê hatiye veguhstin.

Navbirî xîzandar û xwediyê du zarokan e.