Hêzên Ewlekariyê li bajarê Pawê Welatiyek din ê Kurd girtin

14:24 - 19 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî yên bajarê Pawê li dirêjiya şopa girtin û binçav kirina Welatiyên Kurd de li herêma Kurdistana Îranê, welatiyek dinê ê Kurd li bajarê Pawê binçav kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja duşem berwar 18’ê Adara 2013’an welatiyek Kurd ê binavê “Pidiram Qadiriyan”xelkê bajarê Pawê, ji aliyê hêzên Îttlatî hat girtin û jibo cihek nediyar hat veguhastin.

di heyamê 3’ê heftiyên bihurî de 22 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pawê ku piraniya wan çalakên çandî û wêjeyî bûne hatine girtin û heya niha 16 kes ji 22 kesan hêj di zîndanê dene.

Her wiha Babaek Ebasî, Mutesem Şafêî, Ehemd Mihemed Nîgarî, Qaniê Hatemî û Aras Hatemî ku div î heyamî de li bajarê Pawê hatibûn girtin, jibo zîndana wî bajarî hatine veguhastin.

Çavkaniyek haydar eşkere kir ku çend kesên han heya niha bi “Qerara girtina demkî”li zîndanê de bi biryara Îdareya Îttlat hatine ragirtin û piştî cêjna Newrozê dê bihên azad kirin.